Banka Navendî ya Tirkiyê texmîna enflasyona dawiya salê %6 zêde kir

Banka Navendî ya Tirkiyê texmîna enflasyona dawiya salê %6 zêde kir

PeyamaKurd – Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê (TCMB) Fatih Karahan rapora dawiya salê ya enflasyonê li hember çapemeniyê ragihand. Karahan got ku texmîna enflasyonê ya heya dawiya sala 2024an, %38an derxistiye %44an. Karahan, texmîna enflasyona sala 2025an jî %21 ragihand û ya sala 2026an %9an derxist %12an.

Karahan got ku ew şirove dikin daxwaza navxwe hêdî bûye û dest pêkiriye, destekê dide daketina enflasyonê.

Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.