Bexdayê ji Washingtonê xwest cezayên li ser bankên wê rake

Bexdayê ji Washingtonê xwest cezayên li ser bankên wê rake

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokê Banka Navendî ya Iraqê wê di dawiya vê mehê de serdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bike û bi rayedarên Wezareta Gencîneyê ya DYAyê re li ser rewşa oborî ya Iraqê gotûbêjan bike.

Tê gotin ku Serokê Banka Navendî wê ji rayedarên DYAyî daxwaza rakirina cezayên ku wezareta DYAyê li ser bankên Iraqê sepandiye bike.

Tirsa kêmbûna buhayê dînar

Li gel vê yekê jî, aborzan di nirxandinên xwe de didin zanîn ku ne pêkan e ku ev daxwaza Bexdayê bê bicihanîn.

Tirsa domkirina jidestdana buhayê dînar a li hember dolarê Amerîkî dîsan berîkên Iraqiyan girtiye û vê carê ew metirsî hatiye ber destê Lijneya Aborî ya Parlamena Iraqê.

Ji ber ku li ser buhayê dînarê Iraqê bandoreke mezin a neyênî kiriye, Bexda ji DYAyê daxwaz dike ku cezayên ku li ser bankên Iraqî sepandiye rake.

Helwesta kompaniyên navneteweyî

Piraniya kompaniyên navneteweyî, ji ber berjewendiyên xwe, li gor daxwazên Banka Federalî ya DYAyê tevdigerin û ne amadene ku ji ber cezayên li ser wan, bi bankên Iraqê re kar bikin.

Şarezayê Aborî Sefwan Quseyî da zanîn ku li nevxweya Iraqê karûbarên aborî, li ser şertên Banka Federalî ya DYA û banka JP Morganê dimeşin û got: “Niha kompanî hene hûrbîniyê ji bo karê bankên Iraqê dikin. Kompaniya K2, yek ji wan kompaniyan e ku di warê hûrbîniyê de kar dikin, armanca wê derxistina kêmasiyên bankan di rêkarên şandina wergirtina pereyî de ye.”

Aborî û siyaset

Pirsgirêkên siyasî bandorê li aboriyê jî dikin lewre aborî û siyaset bi hev re pêwendîdar in. Hewlên hin aliyên siyasî yên Iraqî yên ji bo Iraq ji hin peymanên ku bi DYAyê re hatine kirin vekişe, bûne sedem ku DYA, beriya bi bankên Iraqê re karekî bike, sed caran bifikire.

Loma jî çavdêr qala çêkirina siyaseteke jîrane û dubare helsengandina pêwendiyên Iraqê yên bi DYAyê re dikin, bi awayekî ku xizmeta gelê Iraqê bike.

Şirovekerê Siyasî Hisên Cenabî dibêje: “Amerîka dixwaze Iraqê li deverê bike hevpeymaneke stratejîk û şikestina vê armancê wekî metirsî li ser hebûna xwe ya li herêmê dibîne. Ji ber vê yekê jî pena biriye ber çeka aborî.”

Şarezayên warê bankan wa dibînin ku eger ceza ji ser bankan neyên rakirin, dibe ku aboriya Iraqê şikestineke mezinê bibîne.

14 bankên Iraqê ku ji ber tawanbariyên wek; sipîkirina pare û serederîkirina dolar bi Îranê re, ji aliyê DYAyê ve hatine cezakirin.

Ev nivîs 32281 car hatiye xwendin.