Brîtanya û Iraqê ji bo petrola Kerkûkê girêbestek îmze kir

Brîtanya û Iraqê ji bo petrola Kerkûkê girêbestek îmze kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di çarçoveya pêşxistin û nûjenkirina çar zeviyên petrolê yê li Kerkûkê de, girêbestek di navbera Wezareta Petrolê ya Iraqê û Kompaniya British Petroleumê (BP) de hate îmzekirin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 25ê Sibatê beşdarî merasîma îmzekirina lihevkirineke navbera Kompaniya Petrola Bakur a girêdayî Wezareta Petrolê ya Iraqê û Kompaniya British Petroleumê BP kir ku li ser pêşxistin û nûjenkirina çar zeviyên petrolê yên Kerkûkê ye.

Hate zanîn ku girêbest zeviyên Bay Hesen, Avane, Çemebor û Xebazê li xwe digre û herwiha lihevkirin li ser nûjenkirin û berfirehkirina dezgehên gazê jî li xwe digre.

Pispor vê lihevkirinê wekî, zirarê digihîne zeviyên petrolê dinirxînin û dibêjin, dibe ku yedeka petrola Kerkûkê bi temamî kêm bike.

Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.