Buhayê Lîrayê Tirk her diçe kêm dibe

Buhayê Lîrayê Tirk her diçe kêm dibe

PeyamaKurd - Di hefteyên dawî de kêmbûna buhayê Lîreyê Tirk a li hember dolar û ewro leztir bûye.

Dolar di destpêka hefteyê de bi 34 lîreyan rekor şikand. Ewro yekem car ji 38 lîreyan derbaz bû.

Ji serê salê vir ve TL li hember dolar û ewro buhayê xwe ji sedî 16 wenda kir.

Banka Navendî ya Komara Tirkiyeyê (BNKT) jî angaşt ku TL, di encama polîtîkaya diravî ya tund a ku berê dihat meşandin de buha bû.

Serokê BNKTê Fatih Karahan di hevpeyvîna xwe ya ku di meha tîrmehê de li Bloombergê hat weşandin de gotibû, "Ne hedefeke me ya binavkirî û rasteqîn heye, ne jî em endezyariyeke diyarkirî ya buhakirina rêjeya danûstendinê ya rastîn dikin. Pêşekiya me polîtîkaya diravî ya tund e û di encamê de TL balkêştir dibe. Daxwaza li ji me zêde dibe û lîre jî digihîje buhayê xwe.

Angaşt: TL zêde bi nirx e

Reqabetiya TL ya bi hin pereyên din ên cîhanê re, ku ji bo bandora enflasyonê hatiye sererastkirin, bi rêjeya bi bandor a rastîn a danûstandinê tê pîvandin.

Li gorî daneyên BNKTê, li gorî Endeksa Bihayê Serfkaran, nirxê bi bandor ê rasteqîn ê TL, ji Tîrmeha 2023'an vir ve her ku diçe zêde dibe.

Rêjeya danûstendinê ya bi bandor a rasteqîn, di Avrêlê de gihîştibû 59,77an ku ji Îlona 2021an vir ve asta herî bilind e.

Rekora daketina nirxê TL ya li hemberî dolar, di salên dawî de li Tirkiyeyê daxwaza ji bo diravê biyanî zêde kir.

Barê budçeya Depoya Parastî ya Borsayê (DPB) ku dihat payîn tevkariyê li têkoşîna li dijî vê yekê bike, di navbera Adara 2022 û Çileya 2024an de ji 152 milyar TLyî zêdetir bû.

Ev nivîs 29642 car hatiye xwendin.