Çînê bi bacên nû bersiva bacên gumrikê yên Amerîkayê da

Çînê bi bacên nû bersiva bacên gumrikê yên Amerîkayê da

PeyamaKurd – Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, bacên li kelûpelên Çînê ji sedî 20 zêde kir, Çînê jî biryar dabû ku bersiva wê bide.

Hikûmeta Çînê piştî biryara Trump, biryar dabû ku bacên ser xurek û kelûpelên çandiyê yên ji Amerîkayên tên ji sedî 10-15 zêde bike.

Bacên nû yên gumrikê bo berhemên Amerîkî îro 10ê Adarê ketin meriyetê.

Li gorî pisporên aborînasiyê, bersiva Çînê ya bo bacên gumrikê dê li ser alîgirên Trump bandoreke neyînî bike, herwiha bacên Amerîkî yên li ser berhemên Çînê jî dê aborîya Çînê tengav bike.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.