Çîn bertekê nîşanî biryara DYAyê ya baca gumrikê da

Çîn bertekê nîşanî biryara DYAyê ya baca gumrikê da

PeyamaKurd – Çînê, bersiva DYAyê ya di derbarê baca nû de ku ji bo Çînê daniye ser malên gumrikê, daxwuyanî da. Çîn DYAyê dawet kir ku temamê bacê rakin.

Wezareta bazirganiyê ya Çînê roja Şemiyê daxwuyanî da û got ku Pekin li hemberê bacên nûh yên DYA daniye ser Çînê, dertê. Çîn xwest DYA yekser şaşiyên xwe rast bike û temamê bacên gumrikê rake. Di daxwuyaniyê de hat gotin:

“Çîn, ji bo berjewendiyên şîrketên xwe biparêze, çi pêngav pêwist be, dê dewam bike û bavêje.”

DYA, li ser alavên ku ji Çînê tên îfxal kirin yên wekî alavên eleklktrîkî, panelên rojê û alavên din yên stratejik, biryarê da ku baca wan zêde bike, biryarê ji bo parastina sanayiya xwecîh daye û wê biryar di 27ê Êlûnê de bîne cîh.