Çîn, li ser givaşa DYAyê ya çîpan, ji bo îxracata madenên krîtîk sînor danî

Çîn, li ser givaşa DYAyê ya çîpan, ji bo îxracata madenên krîtîk sînor danî

PeyamaKurd – Dewleta DYAyê ji bo welatê Çînê givaşe danîbû ser îxracata çîpan lê li hemberê biryara DYAyê Çînê sînora îxracatê danî ser madenên krîtîk yên wekî galgum, germanyum û grafîtê. Temînkirina madenên navborî gelek ji wan ji welatê Çînê peyda dikin.

Wezareta bazirganiya Çînê di daxwuyaniya xwe de got ku qedexe danîne ser îxracata alaven leşkerî û yên ku di karên sîvîl de, bi dualî tên bikaranîn. Her weha maddên Galyum, germanyum, antimuan ku hem sertin û hem kêm tên peydakirin, Çînê wekî qaîde îxracata wan qedexe kir.

Maddên ku peydakirina zahmete û kêm hene, li welatê Çînê %70ê hilberîna wan têkirin û honandina wan %85 li Çînê têkirin. Li gor rapora Dezgeya Lêkolîna Jeolojîk ya DYAyê (UDGS); qedexeya ku Çînê danî ser îxracata galyum û germanyumê, di hasila nav DYAyê de wê 3,4 milyar dolar zerarê bide aboriya DYAyê.

Di salên 2019-2022an de, Çînê pêdiviya DYAyê ya Germanyumê %54 û ya antimuanê %63 difrot DYAyê. Hem hilberîna dinyayê ya galyumê %89 Çînê dikir û ya grafîtê jî %77ê wê hildiberîne.

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.