Cîpsên Kurdistanê hinardeyî Siûdî û Urdinê têne kirin

Cîpsên Kurdistanê hinardeyî Siûdî û Urdinê têne kirin

PeyamaKurd – Di çarçoveya vejandina berhemên navxwe yên Herêma Kurdistanê de, ji kargehên navxwe yên Herêma Kurdistanê 10 hezar kartonên cîpsên petatan hinardeyî welatên Siûdî û Urdinê hatin kirin.

Cara yekem ji qezaya Quştepeyê cîpsên petatên Herêma Kurdistanê hinardeyî welatên Urdin û Siûdiyeyê têne kirin ku zêdetirî 400 karker li kargeha cîpsan dixebitin û 75% ji karkerên wê navxweyî ne û bi awayekî berdewam derfetên kar yên rasterast û nerasterast peyda dike. Herwesa 60% ya karkerên wê kargehê jin in û derfet ji aliyê qeymeqamiya Quştepeyê ve jê re hatiye peydakirin daku kar bikin.

Pêşxistina kertê çandiniyê ji bo zêdekirina berhemê petatan û hinardekirina cîpsan ji bo derveyî welat weke pêngaveke mezin bo veberhênanê tê dîtin.

Hate ragihandin ku di qonaxa yekem de, berhemê hinardekirî 10 hezar karton bûn û bi pênc barhilgiran hinardeyî welatên Urdin û Siûdiyeyê hatin kirin.