Civîna APIKUR û wezaretên Iraq û Kurdistanê bê encam bidawî bû

Civîna APIKUR û wezaretên Iraq û Kurdistanê bê encam bidawî bû

PeyamaKurd - Wezareta Petrolê ya Iraqê, Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên petrolê yên Kurdistanê APIKUR ji bo ji nû ve hinardekirina petrola Kurdistanê civiyan. Ji civînê encam derneket.

Hate ragihandin ku di civîna sêalî ya navbera Wezareta Petrolê ya Iraqê, Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên petrolê yên Kurdistanê de, pirsgirêkên li ber ji nû ve şandina derve ya petrola Kurdistanê nehatin çareserkirin.

Hate ragihandin ku Wezareta Petrolê ya Iraqê daxwaziyeke din ji kompaniyên petrolê kiriye, ku dixwaze pareke petrola Besreyê bi rêya bendera Ceyhanê hinardeyî derve bike.

Wezareta Petrolê ya Iraqê li ser hinardekirina petrola Besreyê bi rêya bendera Ceyhanê du sedem berçav kirine ku yek ji wan metirsiya êrîşên leşkerî li ser zeviyên petrolê yên wê Besrayê ye û ya duyem jî ew 300 hezar bermîlên ku lihevkirin li ser hatiye kirin ku bên hinardekirin, tenê 185 hezar ji wan tê hinaderkirin û 115 hezaran jî Herêma Kurdistanê ji bo pêdivîtiyên navxwe bi kar tîne, petrola Besrayê her bi wê hejmarê bi rêya wê boriyê bê hinardekirin.

Kompaniyên petrolê yên Herêma Kurdistanê bi wê daxwaza Wezareta Petrolê ya Iraqê razî nebûn û herwiha Wezareta Petrolê ya Iraqê daxwaziyeke din jî ji Apikurê kir ku ew jî; daxwaz kiriye ku li şûna pereyê xerciyên derxistina petrolê, tevlî peymanan bikin an jî bireke petrolê li beramberî wî karî bi wan bidin, lê wan kompaniyan ew daxwazî jî red kiriye.

Tê çaverêkirin di gereke din a civîna navbera wan de ku heftiya bê tê kirin, desthilatên wê kompaniya navdewletî ya şêwirmendî bê destnîşankirin ku nirxê dawiyê yê derxistin û hinardekirina petrolê diyar dike.

Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.