Ciyên veberhênana erebeyên Chery û BYDê yên li Tirkiyê diyar bûn

PeyamaKurd – Şîrketên Çînê yên wê hilberîna otomobîlan bikin yên bi navên Chery û BYD, wê li Tirkiyê hilberîna xwe li kîjan bajaran bikin diyar bûn. Wezîrê sanayî û teknolojiyê yê Tirkiyê Mehmet Fatih Kacır ragihand ku wê her dû şîrket hilberînên xwe li bajarên Manisa û Samsunê bikin. Serokkomarê Tirkiyê Erdoğan bê ku navê marka otomobîlan bide gotibû:
“Çîn û welatên Asya di hilberîna otomobîlên bi elektrîkê dixebitin de serkeftîne. Me bi şîrketekî Çînê re li hev kir. Wê li Manisayê fabrika xwe deynin. Me li Îstenbolê li Dolmabahçe peymanê îmza kir. Markakî dinê ya Çînê wê li Samsunê fabrika ava bike. Xebatên wê dewam dikin. Wezîrê me yê sanayî û teknolojiyê Fatih Kacır mijarê dişopîne.”
Li ser hilberîna her dû markayên Çînê yên otomobîlan wezîrê sanayî û teknolojiyê Mehmet Fatih Kacır got:
“Em ketin pêşiya raqibên xwe yên teknolojiya dahatûyê. Li Tirkiyê 8 markayên dinyayê hilberînê dike. Marka hene 50 sale li Tirkiyê hilberînê dike. Kî li Tirkiyê hilberînê bike em ê wan destek bikin. Em ê veberhênana nesla nûh bînin Tirkiyê. Di dinyayê de bi xêra Çînê guherînekî dinê derket holê. %60ê erebeyên bi elektrîkê dixebitin, li Çînê hatin firotin. Ji 17 milyon alaven bi elektrîkê dixebitin, 11 milyonên wan li Çînê hatin firotin. Ji 56 milyon alavên bi elektrîkê dixebitin, 30 milyonên wan li Çînê ne.
BYD, di sala 2023an de 3 milyon erebe hilberandibû. Di sala 2024an de 4.4 milyon erebe hilberand. 1 milyon xebatkarên wê hene. Me bi BYD, MG, Chery û Zeeker re hevdîtinan kir. BYD li Manisayê ciyê xwe kirî. Rapora ÇEDê temam bû û veberhênan destpêkir. Ti kêmasî tine. Veberhênanekî bi 1 milyar dolariye. Wê fabrika 150 hezar heb hilberînê bike û wê dezgeya Ar-Ge ava bike.
Dema em hedefa xwe temam bikin, veberhênana duyem wê li Samsunê be. Em bi Chery re di nav têkiliyên xwurt de ne… Ji aliyê miqdarê veberhênanê de, nêzî BYD ye.”
Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.




