Dolar rekora hemû deman şikand

Dolar rekora hemû deman şikand

PeyamaKurd – Dolar/TL piştî bi 33,1770yî dest bi rojê kir, di saet 09.05an da bi 33,3160î re rekor şikand. Ewro bi 35,9168 lireyi dest bi roje kir.

Bi zêdebûna metirsiyên jeopolîtîk ên ji ber kuştina lîderê Hamasê Îsmaîl Heniyye li Tehranê, nirxa pevguherînê dîsa destpê kir.

Dolar/TL ku di nîvê hefteyê de rekor şikand, piştî ku roja dawî ya bazirganiyê ya hefteyê bi 33,1770î destpê kir, di derdora saet 09.05an de derket 33,3160î.

Piştî ku Euro bi 35,9168 lireyî dest bi rojê kir di heman deqîqeyan de bi 36,1550 lireyî tê kirîn.

Li piyaseya serbest dolar bi 33,1750 lireyi, ewro bi 35,8360 lireyi tê kirîn.

Doh bihayê firotina dolar bi 33,0620 lireyî, ewro jî bi 35,8340 lireyî bû.

 
Ev nivîs 41153 car hatiye xwendin.