Etwanî: Eger nefta Kurdistan neyê henardekirin em ê destwerdanê bikin
PeyamaKurd - Serokê Komîteya Darayî ya Parlamena Iraqê Etwan Etwanî ragihand ku eger pirsgirêka henardekirina nefta Herêma Kurdistanê neyê çareserkirin, em ê ji bo çareserkirinê destêwerdanê bikin.
Etwanî vê daxuyaniyê di demeke wisa de da ku nêzîkî salek û 5 meh in henardekirina nefta Herêma Kurdistanê hatiye rawestandin û zêdetirî 19.8 milyar dolar ziyan gihîştiye aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê.
Etwan Etwanî diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka henardekirina nefta Herêma Kurdistanê bi rêya boriya neftê ya Iraq û Tirkiyeyê nebe, ew ê destwerdanê bikin.
Şandeya danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Neftê ya Iraqê û kompaniyên navneteweyî yên neftê, di derbarê henardekirina nefta Herêma Kurdistanê ya bi rêya boriya neftê ya Iraq û Tirkiyeyê de, herî dawî di destpêka meha Pûşperê de civiyabûn.
Tevî ku Tirkiye, Herêma Kurdistanê û Komeleya Pîşesaziyê ya Nefta Herêma Kurdistanê amadebûna xwe ji bo destpêkirina henardekirina neftê ragihandinbûn jî, lê belê Iraqê biryar neda ku nefta Herêma Kurdistanê bê henardekirin.
Rawestîna henardeya nefta Herêma Kurdistanê di qada bazara cîhanê ya enerjiyê de jî, bûye sedema rojane 450 hezar bermîl neftê ku ev jî bûye sedema nehevsengiya bazara cîhanê.
Ev nivîs 32899 car hatiye xwendin.