Fed biryara faîzê da û faîzê sabît hişt

Fed biryara faîzê da û faîzê sabît hişt

PeyamaKurd – Banka Nawendî ya DYAyê FED, biryara faîza xwe da û faîzê sabît hişt an ku ti guherînê tê de nekir. Nisbeta faîzê %4.50 ye.

FEDê ragihand ku talûka enflasyona bilind heye û hem talûka bêkariyê zêde ye. Siyaseta rêvebiriya Trump ya baca gumrikê, aboriyê bêhtir şêlû kiriye.

Biryara bankê bi yekdengî hat dayîn lê Trump ji serî de dibêje ku enflasyon tine û li dijî serokê FEDê tewrê xwe aşkera dibêje.

Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.