Fiyetê petrolê % 2 daket
PeyamaKurd – Fiyetên petrolê li ser axaftinên roja pêncşemê yên serokê Fedê ya amerîkî daketin.
Bihayên neftê di dawiya roja înê de ji sedî 2 daket ji ber kêmbûna daxwaziya Çînê û kêmbûna rêjeya faîzê ya Banka Federal a Amerîkî.
Bermîla petrola brent a Behra Bakur 1,52 dolarî daket 71,40 dolarî. Bermîla nefta sivik a Teksasê 1,68 dolarî daket 67,20 dolarî.
Li gorî daneyên fermî, parzûngehên Çînê di meha cotmehê de ji sedî 4,6 kêmtir neft hat parzûnkirin, ev jî nîşana lawazbûna daxwazê ye.
John Kildoff, hevkarê Egain Capital li New Yorkê got: “Tevî ku hukûmeta Çînê teşwîqên aborî yên nû radigihîne jî, ew bandoreke hindik li ser bazarê dikin, ji ber ku ew çi bikin, bacên Donald Trump bêbandor dibin.”
Her weha roja pêncşemê, rêvebirê Fedê jî gotiye ku ji niha û pê ve ne hewce ye ku rêjeyên faîzê bi lez û bez kêm bibin.
Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.