Fuad Husên: Piraniya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê wê bêne çareserkirin

Fuad Husên: Piraniya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê wê bêne çareserkirin

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê û Serokê Encumena Aborî ya Iraqê Fuad Husên piştrast kir ku di civînên di navbera şandeya Encumena Aborî ya Iraqê û Encumena Aborî ya Herêma Kurdistanê de, wê piraniya pirsgirêkên hilawîstî bêne çareserkirin.

Fuad Husên ji K24ê re ragihand ku civînên wan ên li gel Encumena Aborî ya Herêma Kurdistanê pir baş bi rêve çûne û têgihîştina wan a baş li ser çareserkirina pirsgirêkên helawîstî heye.

Fuad Husên piştrast kir ku civînên her du encumenan wê piraniya pirsgirêkên darayî û aborî yên di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de çareser bikin û dom kir:

“Di civînan de, pirsgirêkên mûçe û budce, gumrik, pêwendiyên bazirganî yên dualî, tomarkirina kompanyayan, veberhênan û çend mijarên din hatin gotûbêjkirin.”

Civînên her du encumenan duh li Hewlêrê dest pê kirin û îro wê îro jî bidomin.

Tê gotin ku piştî temambûna civînên îro, şanda Iraqê wê serdana Serok Mesûd Barzanî jî bike.