Herêma Kurdistanê berhemên çandiniyê difroşe Urdinê
PeyamaKurd - Di navbera Herêma Kurdistan û Urdinê de peymana şandina berhemên şandiniyê ya ji Herêma Kurdistanê ji bo Urdinê hate îmzekirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Wezîrê Çandiniyê yê Urdinê Xalid Musa El-Henîfet û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de di navbera wezaretên çandiniyê yên Herêma Kurdistan û Urdinê de peymana frotina berhemên çandiniyê hat îmzekirin.
Li gorî daxuyaniya Serokwezîriya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de mijarên pêşxistina hevkarî û hevahengiya navbera her du aliyan a di warên bazirganî, çandinî, pîşesaziya xurek û bazirganiya berhemên çandiniyê de hatine gotûbêjkirin.
Wezîrê Çandiniyê yê Urdinê di gihandina silavên Şah Ebdullahê Urdinê yên ji bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de, pêşkeftin û geşbûna Hewlêr û Herêma Kurdistanê bilind nirxand û balê kêşa ser pêwendiyên bihêz ên navbera Herêma Kurdistan û Urdinê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî spasiya Şah Ebdullah, Hikûmeta Urdin û gelê Urdinê kir ku di qonaxên cuda de piştevaniya Herêma Kurdistanê kirine.
Mesrûr Barzanî ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ku pêwendiyên her du aliyan zêdetir bi pêş bikevin.
Di hevdîtinê de di navbera wezaretên çandiniyê yên Herêma Kurdistan û Urdinê de bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hevkarîkirina di warê çandinî û pîşesaziya xwarinê de peymaek hat îmzekirin.
Li gorî peymana ku hatiye îmzekirin, Urdun wê hin berhemên çandiniyê bi taybetî kartolan ji Herêma Kurdistanê henarde bike.
Ev nivîs 31220 car hatiye xwendin.