Herêma Kurdistanê elektrîkê difiroşe Iraqê
PeyamaKurd - Wezareta Elektrîkê ya Iraqê ragihandiye ku ew rojane 900 megawat elektrîkê ji Herêma Kurdistanê dikirin.
Berdevkê Wezareta Elekrîkê ya Iraqê Ehmed Mûsa Ebadî gotiye, beşek ji elektrîka Iraqê ji Herêma Kurdistanê tê dabînkirin û daye zanîn, ew rojane 900 megawatt elektrîkê ji Herêma Kurdistanê dikirin.
Berdevkê Wezaretê ji Rûdawê re gotiye, “Elektrîka ku em dikirin carinan kêm û zêde dibe lê em rojane bi giştî 900 megawatt elektrîk ji sektora taybet a Herêma Kurdistanê dikirin.”
Ehmed Mûsa Ebadî 9ê mehê jî gotibû: “Komara Îslamî ya Îranê hinardekirina gaza xwe ya rojane ya ji bo Iraqê ji 30 milyon metre kubî daxistiye 18 milyon metre kuban. Îranê ji me re gotiye ku ew ji ber ku zivistan nêzîk bûye boriya gazê tamîr dikin.”
Ev nivîs 73020 car hatiye xwendin.