Hinardeya petrola Kurdistanê bo Tirkiyê vê hefteyê dest pê dike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistana bo Tirkiyeyê vê hefteyê dest pê dike.
Li gorî zanyariyan, nakokiya di navbera hikûmeta federal a Iraqê û Herêma Kurdistanê de li ser hinartina petrolê hat çareserkirin. Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyyan Ebdulxenî ragihand ku piştî bidawîbûna nakokiya du salan, hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê dê di nava hefteyê de dest pê bike.
Ebdulxenî got ku Herêma Kurdistanê dê di berdêla vê de rojane 300 hezar bermîl petrolê bide Bexdayê.
Çi bûbû?
Herêma Kurdistanê di Gulana 2014an de cara yekem bi rêya Xeta Boriyên Kerkûk-Ceyhanê petrol bi ser Tirkiyeyê firotibû. Hikûmeta Bexdayê bi îdiaya ku Enqere bêyî rizaya hikûmeta Iraqê ji axa Iraqê petrol distîne, mijar biribû Dadgeha Navneteweyî ya Hakemiyê. Dadgeha Navneteweyî ya Hakemiyê di 2023yan de biryar dabû ku Bexda xwedî selahiyet e li ser petrol û gaza xwezayî ya ku ji axa Herêma Kurdistanê derdikeve. Piştî ku Dadgeha Hakemiyê biryar da ku hinartina petrolê ya Herêma Kurdistanê ne qanûnî ye, di 25ê Adara 2023yan de herikîna petrolê ji Iraqê ber bi Bendera Ceyhanê ve sekinîbû.
Iraq bi rêya xeta boriyên ku hatibû sekinandin, ji qadên bakurê welat bi tevî Herêma Kurdistanê rojane 400-500 hezar bermîl petrol dişand.
Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.




