Hitchenes: BP ji bo veberhênanê bi Herêma Kurdistanê gutûgoyan dike

Hitchenes: BP ji bo veberhênanê bi Herêma Kurdistanê gutûgoyan dike

PeyamaKurd - Balyozê Brîtanya yê Iraqê Stephen Hitchenê got, peymana nû ya kompanyaya British Petroleum (BP) ya ji bo veberhênanê li Kerkûkê nîşana baweriya veberhêneran a bi paşeroja Iraqê ye û da zanîn, kompanyaya BP bi Herêma Kurdistanê re jî guftûgoyan dike.

Hitchen li Bexdayê beşdarî Konferansa Enerjiyê ya Iraqê bû û ragihand ku peymana nû ya kompanyaya petrolê ya Brîtanyayê BPyê li Kerkûkê “girîng e û nîşana baweriya kompanyayên Brîtanî ya bi bazara Iraqê ye.”

Hitchens eşkere kir ku BP kompanyayeke taybet e û biryara veberhênana wê girêdayî wê ye lê baweriya veberhêneran derdixe holê.

Hitchens li ser dilgiraniyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên derbarê beşdarînebûna di danûstandinan de ragihand ku ev mijarek e di navbera kompanyaya BP û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û got: “Ez piştrast im ku BP bi Herêma Kurdistanê re guftûgoyan dike ku li herêmê veberhênanê bike. Herwiha bawer dikim ku ti pirsgirêk di navbera kompanyayê û Herêma Kurdistanê de çênabin.”

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.