Iraqê di 2024an de zêdetirî 46 milyon bermîl petrol firot Amerîkayê

Iraqê di 2024an de zêdetirî 46 milyon bermîl petrol firot Amerîkayê

PeyamaKurd – Saziya Zanyariyan a Enerjiyê ya Amerîkî (EIA) ragihand ku Iraqê di nîvê yekê sala 2024an de, zêdetirî 46 milyon bermîl petrola xav û cûreyên wê hinardeyî Amerîkayê kiriye.

Li gorî daxuyaniya EIAyê Iraqê di navbera mehên Çile û Hezîrana 2024an de, 46.049.000 bermîl petrol hinardeyî Amerîka kiriye.

Tenê di meha Hezîranê de 8,6 milyon bermîl û di meha Gulanê de jî 8,46 milyon bermîl bo Amerîkayê hatiye şandin.

Herwiha EIAyê daye zanîn ku di nîvê yeka salê de, OPECê bi giştî 227 milyon û 159 hezar bermîl firotiye Amerîkayê ku Erebistana Siûdî bi 69 milyon û 459 hezar bermîlan serî dikişîne.