Iraqê ji bo 4 qadên petrola Kerkûkê bi BP ya Îngilîz re peyman îmze kir
PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê li Kerkûkê ji bo bikaranîna 4 qadên petrol û xazê bi şîrketa enerjiyê British Petrol (BP) ya Îngiliz re peymanên nû îmze kirin.
Nivîsgeha Serokwezîrtiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, ji aliyê Wezîrê Petrolê yê Iraqê Evdil Xenî û CEOyê şîrketa BPyê Murray Auchincloss ve peymana nûjenkirin û pêşxistina 4 bîrên neftê yên li bakurê parêzgeha Kerkûkê yên Avana, Baî Hesen, Cembûr û Xebazê hate îmzekirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku lihevkirin di çarçoveya hewlên hikûmetê yên ji bo sermayeguzariya guncaw di sektora enerjiyê de, bi armanca zêdekirina hilberîna neftê û veberhênana xazê li herêmê hatiye pêkanîn.
Kompaniya enerjiyê BP di sektora petrolê ya Iraqê de xwedî roleke mezin e ku ji sala 1920an ve li Iraqê kar dike.
Ev nivîs 40951 car hatiye xwendin.