Iraqê ji bo petrola Kerkûkê bi BP re peyman îmze kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Wezareta Petrola Iraqê peymanek bi kompanyayeke petrolê ya veberhênanê li zeviyê petrola sînorê Kerkûkê îmze kiriye ku wek peymana petrolê ya Herêma Kurdistanê ye.
Hikûmeta Iraqê awayê peymanên petrolê yên Herêma Kurdistanê bi kompaniyên biyanî re qebûl nedikir û bi wê hincetê mûçeyên Kurdistanê jî nedişand.
Aborînasê Iraqê Nebîl Mersûmî, li ser peymana hikûmeta Iraqê ya bi kompaniya Brîtanê re li ser rûpelê xwe yê Facebookê dibêje; “Brîtanya careke din vegeriya Kerkûkê” û dide xuyakirin, “Iraqê rêkeftinek li gel kompanya British Petroleum a Brîtanyayê pêk aniye ku ew kompanyaya Brîtanî veberhênanê li zeviyên petrola Kerkûk, Bay Hesen, Xebaz û Çemebor de bike û wan karan dê di çarçoveya karên kompanya petrola Bakur de bike.”
Nebîl Mersûmî dibêje: “Tişta ecêb ew e, Wezareta Petrola Iraqê berdewam rexneyan li peymanên petrolê yên Kurdistanê dike, lê îro ew bixwe jî heman peymanê li zeviyên petrolê de pêk tîne, ku bi awayekî beşa dahata kompanyayan di ti aliyekî de ji sedî 50 kêmtir nabe.”
Ev nivîs 32850 car hatiye xwendin.