Iraqê rêjeya henardekirina neftê ji bo DYAyê zêde kir

Iraqê rêjeya henardekirina neftê ji bo DYAyê zêde kir

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku hikûmeta Iraqê rêjeya henardekirina neftê ya ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji hefteya borî ve rojane 222 hezar bermîl zêde kiriye.

Li gor daneyên Rêveberiya Agahiyên Enerjiyê ya DYAyê, henardekirina neftê ya 9 welatan a ji bo DYAyê rojane gihîştiye 5 milyon û 787 hezar bermîlî û li gorî hefteya borî 911 hezar bermîl zêde bûye.

Hate diyarkirin ku henardekirina nefta Iraqê ya ji bo DYAyê ji hefteya borî ve 21 hezar bermîl zêde bûye û rêjeya zêdebûnê ya rojane gişîştiye 222 hezar bermîlî.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Agahiyên Enerjiyê ya DYAyê, welatê ku herî zêde neftê henardeyî DYAyê dike, bi navgîniya rojane 4 milyon û 260 hezar bermîlan Kanada ye. Piştî Kanadanê bi 510 hezar bermîlan Meksîka, bi 326 hezar bermîlan Erebistana Siûdî û bi 229 hezar bermîlan jî Kolombiya ye.

Ji aliyê din ve Kompaniya Neftê ya Neteweyî ya Iraqê (SOMO) ragihand ku hikûmeta navendî ya Iraqê, di çaryeka duyemîn a 2024an de, ango ji destpêka meha Avrêlê heta dawiya Pûşperê, 2 milyon û 633 hezar û 928 ton bûjenên sotemeniyê henarde kiriye.

Rêjeya mezin a nefta ku hikûmeta Iraqê henardeyî welatên din dike, nefta ku ji axa Rêveberiya Herêma Kurdistanê tê dabînkirin e.