Iraq û DYAyê li ser reforma bankên Iraqê li hev kirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Banka Navendî ya Iraqê, ji bilî guftûgokirina pirsgirêka bankên Iraqê yên di bin guvaşên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ne û şandina dolarên ji bo Iraqê, bi mebesta sererastkirina kerta bankevaniyê, bi dezgeheke fînansê ya DYAyê re peymaneke demdirêj îmze kiriye.
Serokê Banka Navendî ya Iraqê Elî Allak çend roj berê, bi serdaneke nefermî li DYAyê ye, lê belê ji ber ku beriya niha ti aliyekî fermî li ser vê serdanê daxuyanî nedane, serdan bû sedema hin gumanan.
Li gor zanyariyan hatine bidestxistin, Serokê Banka Navendî ya Iraqê, ji bilî guftûgokirina pirsa bankên di bin guvaşên DYAyê de ne û şandina dolarên ji bo Iraqê, bi mebesta sererastkirina kerta bankevaniyê, bi dezgeheke fînansê ya DYAyê re peymaneke demdirêj îmze kiriye.
Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Husên Elawî di daxuyaniya xwe ya li ser serdana Serokê Banka Navendî ya Iraqê de diyar kir ku bankên ji aliyê DYAyê ve guvaş li wan hatine sepandin, niha xebatên xwe dinirxînin da ku rêbazên xebatê yên xwe biguherînin.
Husên Elawî got: "Ji ber vê yekê, Elî Ellak hewl dide DYAyê razî bike da ku guvaşên li ser bankên Iraqê betal bike.
Husên Elawî amaje bi wê yekê jî kir ku Serokwezîrê Iraqê Mihemmed Şîa Sûdanî beriya niha di serdana xwe ya Washingtonê de jî ji DYAyê heman daxwazê kiriyeû got: "Elî Ellak, niha dixwaze bersiva vê daxwazê werbigire. Hikûmetê ji bo rêgirtina li derketina dolar û şûştina pereyan a ji Iraqê, bergiriyên gring girtine. Di encamê de derketina dolar û şûştina pereyan a li Iraqê bi temamî hatiye astengkirin.”
Ev nivîs 29191 car hatiye xwendin.