'Iraq her sal bi nirxê 1 milyar dolaran petrol û sotemeniyê bêpere dide 3 welatan'
PeyamaKurd – Derket holê ku hikûmeta Iraqê salane bi bihayê 1 milyar dolaran petrol û sotemeniyê dide 3 welatên Rojhilata Navîn.
Mamostayê zanîngehê û aborînas Nebîl Mersûmî, li ser hesabê xwe yê facebookê eşkere kir ku Iraq sotemeniyê bê beramber an jî bi nirxekî sembolîk dide Lubnan, Sûriye û Urdinê.
Mersûmî da zanîn, xercên wê sotemeniyê ku Iraq dide wan welatan, salane digihe nêzîkî milyarek dolaran.
Di bin parvekirina Nebîl Mersûmî de, şîroveyên wekî, Iraq sotemeniyê dide wan welatan, lê di malên gelê Iraqê bixwe de jî neft tine ye ku sobeyên xwe pêxin.
Di şîroveyeke din de jî hatiye gotin, Iraq bê beramber sotemeniyê dide wan welatan, lê Herêma Kurdistanê ji mûçeyên fermanberan bêbeş dike.
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.