Iraq petrola Kerkûkê bi bihayekî erzan dide Urdinê

Iraq petrola Kerkûkê bi bihayekî erzan dide Urdinê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Iraq petrola Kerkûkê bi 16 dolaran kêmtir ji petrola brent difiroşe Urdinê ku her rojê 15 hezar bermîlên petrolê bi rêya tankeran hinardeyî Urdinê tê kirin.

Wezîrê Enerjiyê û Samanên Siruştî yê Urdinê Salih Xerabişe eşkere kir, “Iraq li ser dirêjkirina rêkeftina hevfêmkirinê ya ji bo petrola xav razî bûye, ku di navbera her du welatan de hatiye îmzekirin, heta 26.06.2025ê.”

Wezîrê Urdinê diyar kir,, “Bihayê yek bermîla petrolê 16 dolaran ji bihayê petrola brent kêmtir e.”

Salih Xerabişe got, “Li dû dirêjkieina wê yadaştnameyê ku li roja 05.04.2023ê hatiye îmzekirin, divê Urdin her rojê zêdetirî 15 hezar bermîlan hawirde neke, herwiha bihayê wê jî dê 16 dolaran ji petrola brent kêmtir be. Ew rêje jî 10% ya pêdivîyên Urdinê pir dike.”

Xerabişe bibîr xist, “Girîngiya wê yadaştê bilindkirina alîkariya aborî ya navbera her du welatan e, herwiha tekezkirina hawirdekirin û nûjenkirina rêya bejahî ya navbera Urdin û Iraqê û dabînkirina berjewendiyên aborî ye. Ev jî tevlî peydakirina zêdetir derfetên karî û vegerandina rolê aborî yê girîng ê wê rêyê dike.”

Hêjayî gotinê ye, Urdin petrola Iraqê ji Kerkûkê hawirde dike, ku ji aliyê kalîteyê û bihayî ve ji bihayê petrola Iraqê li başûrî kêmtir e, ji aliyê kalîteyê ve jî ji petrola xav a brent kêmtir e. Herwiha Urdin xerciya veguhestina wê petrolê bi rêya tankeran li ser hesabê xwe dide, ev jî dike ku bihayê wê 16 dolaran ji yê petrola brent kêmtir bibe.