Îxracata Îranê ya ji bo Tirkiyê %45 zêde bûye

PeyamaKurd – Hecma bazirganiya navbera Tirkiyê û Îranê di 10 mehên sala 2024an de gihaye 59,2 milyar dolarî û li gor sala borî ya heman demê %19,2 zêdetir bûye.
Berdevkê komisyona pêşdebirina bazirganiyê, têkiliyên oda bazirganiyê yên navdewletî û Maden û Sanayiyê yê Îranê Ruhullah Latifi ragihand ku ji serê sala 2024an heya dawiya salê, bi welatên cîran re, bi miqdarê 93,5 milyon tonî bazirganiya di derveyê berhemên petrolê çêbûye. Ev miqdarê mal dike 59 milyar 656 milyon û 707 hezar dolar.
Îran, di dewra navborî de, malê di derveyê berhemên petrolê de bi miqdarê 75,3 milyon tonî îxrac kiriye û jê 29 milyar 780 milyon 842 hezar dolar dahatê bidest xistiye. Ev rêje, li gor sala berê di warê hecmê de %24 û bi pere %28 zêdetir kiriye.
Li gor Latifi; îxracata ku kirine bo welatên cîran, di nav temamê îxracata Îranê de, ji aliyê hecma xwe de %59,2 û ji aliyê pera de dike %62,4.
Îranê, bazarên îxracatê yên herî mezin weha xist rêzê:
• Iraq: 10 milyar 175 milyon dolar (+%31)
• Îmarat: 5 milyar 961 milyon dolar (+%12)
• Tirkiye: 5 milyar 535 milyon dolar (+%43)
• Afganistan: 1 milyar 972 milyon dolar (+%31)
• Pakistan: 1 milyar 944 milyon dolar (+%16)
Di nav bazarên din yên girîng de Umman (1.2 milyar dolar, %14), Rûsya (889 milyon dolar, %17 ), Azerbaycan (572 milyon dolar, %14.5), Turkmenistan (460 milyon dolar, %25) û Ermenistan (402 milyon dolar, %21) cîh girtin.
Di heman demê de Îran ji welatên cîran 18.1 milyon ton mal kiriye û bi temamî 29 milyar 875 milyon 865 hezar dolar pere daye.
Hevkarên îtxalatê yên herî mezin yên Îranê ev in:
• Îmarat: 16.9 milyar dolar (-%1)
• Tirkiye: 9.9 milyar dolar (+%63)
• Rûsya: 1.2 milyar dolar (-%22)
• Umman: 672 milyon dolar (-%14)
• Pakistan: 571 milyon dolar (+%8)
Îran ji Tirkiyê malên ku kiriye %63 zêdetir bûye. Ji Qatarê îtxalat %91, ji Afganistanê %62 û ji Kuweytê %62 zêdetir bûye.
Ev nivîs 164 car hatiye xwendin.




