Janet Yellen: Daxistina faîzan ya FEDê ji aliyê aboriyê de îşaretekî baş e
PeyamaKurd – Wezîra xezînê ya DYAyê Janet Yellen ragihand ku daxistinsa faîzan ya ji aliyê FEDê de, ji aliyê aboriyê de îşaretekî başe û ji bo bazara hêza kar xwurt bimîne pêwiste.
Yellen, di civîna li Washingtonê ya bi navê Festîwala Atlantîkê de, li ser aboriya DYAyê axifî. Yellen weha dewam kir:
“FED nîşan dide ku enflasyon daketiye û dê dagere ser 2an û baweriyê dide ku talûkên enflasyonê kêm bûne. Hem nîşan dide ku bazara hêza kar xwurte. Em bende ne ku nisbeta faîzan bêhtir bikeve lê her wext dibe ku surprîz bibin.”