Ji Wezareta Petrola Iraqê daxuyaniya OPEC+ û petrola Kurdistanê

Ji Wezareta Petrola Iraqê daxuyaniya OPEC+ û petrola Kurdistanê

PeyamaKurd - Wezareta Petrola Iraqê îro 24ê Sibatê daxuyaniyek belav kir û pabandbûna xwe ya temam ji bo rêkeftina OPEC + û qerebûkirina mîqdara ku zêde bûye teqez kir.

Wezareta Petrola Iraqê eşkere kir, ew ê berdewam bin ji bo hewldanên qerebûkirina zêdebûya ku kom bûye û diyar kir, “Bi berçavgirtina wan pêşhatên vê dawiyê, pêşbînî tê kirin hikûmeta federal petrola berhemhatî ji Herêma Kurdistanê wergire û hinardekirina bi rêya boriya Iraq–Tirkiyê dest pê bike. Di heman demê de pabend dibe bi beşa Iraqê ku di rêkeftinên OPECê de ji bo kêmkirina xwebexş û mîqdara qerebûkirina pêwîst bicih bîne.”

Wezareta Petrolê da zanîn, rola sereke ya wan rêkeftinan gihîştina seqamgiriya li bazarên petrola cîhanê ye û herwiha ew girîngiyê bi beşdariya welatên endamên OPEC + ji piştevanîkirina vê seqamgiriyê didin.

Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.