Li DYAyê deynê xelkê xanê an ku malê gihaye 17,8 trîlyon dolarî
PeyamaKurd – Li DYAyê di çaryeka duyem ya salê de deynê xelkê xanê %06 zêde bûye û gihaye 17,8 trîlyonî. Krediya ku didin kirîna xaniyan herî li pêşe û deynên kardên krediyan zêde dibe. Rêjeya navborî li gor rapora Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) beşa New Yorkê, rêjeya çaryeka duyem ya sala 2024an amade kir û wekî raporekî belav kir.
Deynê xelkê xanê li gor çaryeka berê 109 mîlyar dolar zêde bûye û di asta salê de 733 mîlyar dolar zêde bûye. Di nav deynê xelkê malê de, para herî zêde krediyên xaniyane û di çaryeka duyem ya îsal de gihaye 12,51 trîlyon dolarî. Di asta salane de deyn gihaye 505 mîlyar dolarî.
Di nav deyndarên Amerîka de şaxa dinê ya ku herî xwe deyndar kirine bi 1,62 trîlyonî krediyên otomobîlan, bi 1,58 trilyona dolarî krediyên xwendevanan û bi 1,14 trîlyon dolarî deynê kardên krediyan heye.
Ev nivîs 39519 car hatiye xwendin.