Li Hakkariyê jimara xebatkarên ku bigrin karên dewletê derdixin 4 hezarî

Li Hakkariyê jimara xebatkarên ku bigrin karên dewletê derdixin 4 hezarî

PeyamaKurd – Wezîrê xebatê û ewlehiya civakî Prof. Dr. Vedat Işıkhan li bajarê Hakkariyê li navça Geverê, di kongra AKPê ya 8em de axifî. Işıkhan got ku wê li bajarê Hakkariyê li navendê û navçên bajêr îstîhdama an ku karê di rêya İŞKURê de didin hemwelatiyan, dê jimara wan ji 2 hezarî derxin 4 hezarî. Işıkhan weha dewam kir:

“Dixwazim weke wezîrekî mizgînê bidim we. Hakkarî û Gever ji bo me gelek girîngin. Di vê çarçovê de, di rêya bernama İŞKURê ya ji bo Hakkariyê û navçên wê ew kontenjana ku 2 hezare, em derdixin 4 hezarî. Wê birayên me yên Hakkariyî û Geverî rihettir bixebitin.

Mizgîneka dinê jî ewe ku emê avahiyên me yên li Hakkariyê yên İŞKUR û SGKê, bistînin bernama veberhênanê û xebatên xwe dewam bikin.

Mizgîniya sêyem jî ewe ku em ê li navça Geverê û navçên din yên Hakkariyê, beşên İŞKURê deynin û ji bo bername bicîh were, me fermanê da.”

Ev nivîs 8641 car hatiye xwendin.