Li Herêma Kurdistanê di Tîrmehê de enflasyon daket ji % 5,5

Li Herêma Kurdistanê di Tîrmehê de enflasyon daket ji % 5,5

PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê, di meha Tîrmehê de rêjeya enflasyonê li gorî heman meha sala çûyî kêm bûye û daketiye ji % 5,5an.

 Li gorî daneyên Desteya Daneyan, li Herêma Kurdistanê, rêjeya enflasyonê, di meha Tîrmehê de, li gorî heman meha sala borî kêm bûye.

Li gor daneyan, li Herêma Kurdistanê, parêzgeha ku enflasyona herî zêde lê hatiye tomarkirin parêzgeha Silêmaniyê ye û piştî Silêmaniyê rêjeya herî zêde li paytext Hewlêrê hatiye tomarkirin.

Li gor daneyan rêjeya herî kêm jî parêzgeha Duhokê hatiye tomarkirin.

Rayedarên karûbarên aborî diyar dikin ku sedemê kêmbûna rêjeya enflasyonê başbûna sektorên wek xizmet, perwerde, tenduristî û ragihandinê ye.

Li gorî pîvanên aborî yên navneteweyî, rêjeya enflasyonê ji % 2 heta ji % 3, girêdayî rewşa aborî ya asayî nîşan dide, lê belê rêjeya ji % 3 heta ji % 10, weke zêdebûna normal a enflasyonê tê dîtin.

Ger rêjeya enflasyonê ji sedî 10 derbas bibe, ev yek nîşan dide ku aboriya welat xirab e.