Li Parîsê Foruma Aborî ya Fransa-Kurdistan tê lidarxistin

Li Parîsê Foruma Aborî ya Fransa-Kurdistan tê lidarxistin

PeyamaKurd - Yekemîn Foruma Aborî ya Fransa-Kurdistan bi beşdariya bi dehan veberhêneran li Parîsê tê lidarxistin. Foruma Aborî ya Fransa-Kurdistan sibe 23yê Îlonê bi hevkariya Tevgera Aborî ya Fransayê li Parîsê birêve diçe.

Konsulê Giştî yê Fransa yê Hewlêrê Yann Braem bi girtevîdyoyekê girîngiya korbenda aborî ya navbera herdu welatan anî ziman û got ku ew di wê baweriyê de ye ku ew ê pêwendiyên aborî yên rasterast di navbera kompaniyên Herêma Kurdistanê û Fransayê de pêş bixe.

Braem got: “Kompanyayên Fransayê dikarin bi rêya vê forumê sûdê ji wan derfetên ku li Herêma Kurdistanê hene werbigirin.”

Konsulê Fransayê diyar kir: “Pêwendiyeke me ya pêbawer û dostane bi Herêma Kurdistanê re heye, ku pir girîng û cihêreng e. Em dixwazin li ser geşkirina peywendiyên aborî berdewam bin.”

Braem da zanîn, kompanyayên Fransî di warên avahîsazî û binesaziyê de di cîhanê de yek ji wan kompanyayên herî pêşketî ne û wiha pê de çû: “Fransa xwedî pisporiyeke gelek baş e di warê bajarên jîr û geşepêdana demdirêj a jîngehparêzî de, ev taybetmendî û xislet in ku emê hewl bidin di vê korbendê de wan nîşanî kompanyayên Herêma Kurdistanê bidin.”

Berdevkê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bergeşt Akreyî jî eşkere kir, nêzîkî 60 sermayedarên sektorên cuda yên Herêma Kurdistanê û bi dehan sermayedarên Fransî dê beşdarî foruma Parîsê bibin.

Akreyî got: “Armanca forumê, xurtkirin û pêşxistina pêwendiyên aborî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de ye. Pêwendiyên Parîs û Hewlêrê di warê siyasî û dîplomasiyê de, gelek baş in, em dixwazin ev pêwendiya baş di warê aborî de jî xwe nîşan bide.”

Herwiha Akreyî destnîşan kir: “Bi rêya vê korbendê em dixwazin sermayedarên Fransî han bidin ku werin Herêma Kurdistanê û di sektorên cuda de veberhênanê bikin. Em dixwazin ev korbend bibe derfetek ji bo bazarkirina berhemên navxweyî yên Herêma Kurdistanê li Fransayê.”

Ev nivîs 17932 car hatiye xwendin.