Malarchuk: Rûsya veberhênaneke mezin a enerjiyê li Kurdistanê dike

Malarchuk: Rûsya veberhênaneke mezin a enerjiyê li Kurdistanê dike

PeyamaKurd - Rêveberê Encûmena Bazirganiya Rûsî – Iraqî Maxim Malarchuk ragihand, wan pêşketinek di warê enerjiyê de li Herêma Kurdistanê bidest ku ew dê hemû kêşeyên li pêşiya karsazên Rûs û Kurdistanê çareser bikin.

Rêveberê Encûmena Bazirganiya Rûsî – Iraqî Maxim Malarchuk ji K24ê re gotiye, Rûsya veberhênaneke mezin di sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê de dike.

Malarchuk da zanîn: “Em hatine Herêma Kurdistanê da ku pêwendiyên rasterast di navbera Herêma Kurdistanê û karsazên Rûsî de deynin.”

Rêveberê Encûmena Bazirganiya Rûsî – Iraqî destnîşan kir ku divê ew astengiyên li pêşiya pêwendiyên bazirganî yên di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê de çareser bikin.

Malarchuk da zanîn, 2 kompanyayên mezin ên Rûsî li Herêma Kurdistanê kar dikin, ew jî Rosneft û Gazprom in.

Maxim Malarchuk got: “Me pêşketin di warê enerjiyê de li Herêma Kurdistanê bidest xistiye. Em li Herêma Kurdistanê ne ji bo kêşeyên ku di warê enerjiyê yên di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê de derdikevin, çareser bikin.”

Ev nivîs 13747 car hatiye xwendin.