Mesrûr Barzanî pêşwazî li şanda bazgirganên Amerîkî kir: Divê hinardeya petrolê dest pê bike
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 17ê Mijdarê li paytext Hewlêrê pêşwazî li şandeke Encûmena Bazirganiya Amerîka û Kurdistanê (USKBC) kir ku ji nûnerên çend kompaniyên Amerîkî pêk hatibû.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê civînê de ragihand, “Di destpêka hevdîtinê de, Serokê Odeya Bazirganî ya Amerîka û Kurdistanê David Tafurî, ji ber serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û encamên wê, pîrozbahî li Serokwezîr kir ku bi awayekî azad û demokratîk birêve çû û herwiha kurteyek derbarê armanca serdana xwe jî pêşkêş kir.”
David Tafurî got: “Rol û pêgeheke girîng a Herêma Kurdistanê li Iraq û navçeyê heye û armanca serdana wan jî ragehandina piştevaniyê û pêşxistina pêwendiyên aborî, bazirganî û veberhênanê li gel Herêma Kurdistanê ye.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bilî balkişandina ser çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşhatên Iraq û navçeyê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, behsa çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî di warê dîjîtalkirina karûbaran de, başkirina pergala banke, projeya Hejmara Min û hêsankariyên bo veberhêneran.
Di beşeke din a civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaziya bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê anî ziman ku bi milyaran dolar ziyan gihandiye bûdceya giştî û divê di zûtirîn demê de proseya hinardekirina petrolê dest pê bike.
Di dawiya hevdîtinê de jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî bersiva pirs, têbînî û pêşniyarên amadebûyan da.
Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.