Qamişlo | Ajokarên minîbûsan li dijî Rêveberiya Xweser dest bi grevê kirin

Qamişlo | Ajokarên minîbûsan li dijî Rêveberiya Xweser dest bi grevê kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ajokarên minîbûsên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku Rêveberiya Xweser para wan a mazotê kêm kiriye ketin grevê.

Hate zanîn ku ajokarên minîbûsên xeta Qamişlo – Amûdê û Qamişlo – Dirbêsiyê ji ber kêmkirina para wan ya mazotê dest bi grevê kirin û çûnûhatin rawestandin.

Ajokar dibêjin, para rojane ya mazotê ji bo ajokarên minîbûsên xeta Qamişlo- Amûdê, ji 20 lîtreyan bûye tenê 8 lître û xeta Qamişlo, Dirbêsiyê,  ji 25 lîtreyan bûye tenê 15 lître.

Hêjayî gotinê ye, Rêveberiya Xweser rojane ji bo çûnûhatinê mazotê dide ajokaran ku ajokar ji ber têrnekirina mazota bo wan tê dayîn, nikarin bi hêsanî xizmeta çûnûhatinê bidin.

Ev nivîs 30547 car hatiye xwendin.