Rêveberiya Rojava firotina gaz û petrolê bo hikûmeta Sûriyê da destpêkirin: Rojane 15 hezar bermîl

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniya Berdevkê wezareta petrolê yê hikûmeta demkî ya Sûriyê Ehmed Silêman a derbarê lihevkirina petrola di bin deshilata Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, hate ragihandin ku Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dest bi şandina petrolê ji bo hikûmeta Şamê kiriye. Li gorî zanyariyan hikûmeta Sûriyê rojane 15 hezar bermîl petrolê ji Rêveberiya Xweser dikire.
Li gorî çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê, piştî rêkeftina destpêkî ya navbera HSD û Hikûmeta Sûriyê de, Rêveberiya Xweser dest bi radestkirina petrola zeviyên petrolê yên parêzgehên Hesekê û Dêrazorê kiriye.
Kanala Sûriyê diyar kiriye, her rojê dê 15 hezar bermîlên petrolê ji wan du parêzgehan ji bo parzîngehên Sûriyê wê bên şandin.
Berpirsê Ragihandina Wezareta Petrola Sûriyê Ehmed Silêman ragihandibû, li gorî rêketineke destpekî, biryare di demeke nêz de pêvajoya şandina gaza xwezayî ji navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê dest pê bike ku her rojê 500 hezar metresêcar e.
Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.




