Rapora Banka Cîhanî: Welatên herî feqîr ên cîhanê deyndar in

Rapora Banka Cîhanî: Welatên herî feqîr ên cîhanê deyndar in

PeyamaKurd – Li gorî rapora Banka Cîhanî, 26 welatên feqîr ên cîhanê ji sala 2006an û vir ve gihîştine asta herî bilind a deyndariyê. Li gorî raporê, tevî başbûna gerdûnî ya piştî pandemiya COVID-19ê jî ev welat xizantir bûne.

Ji sedî 40ê herî xizan ên cîhanê li 26 welatên herî feqîr ên cîhanê dijîn. Deynên van welatan ji sala 2006an û vir ve gihiştiye asta herî bilind. Li gorî rapora ku ji aliyê Banka Cîhanê ve hatiye weşandin, ev 26 welat her ku diçe li hemberî felaketên xwezayî û şokên din mexdûrtir dibin.

Rapor destnîşan dike ku berawird bi beriya pandemiya COVID-19ê, aboriya van welatan, vê demê bêhtir têk diçe li gorî asta cîhanî, tevî ku welatên din bi giştî rewşa xwe baş kiriye û li ser riya geşedanê ye jî.

Banka Cîhanî plan dike ku îsal 100 mîlyar dolar kom bike da ku Komeleya Geşepêdanê Navneteweyî (IDA) careke din kom bike û fonan dide van welatên herî xizan.

Li gorî nûçeya CNBCyê, ev 26 welatên ku dahata wan a salane di bin 1,145 dolarî de ye, ji ber ku di peydakirina fînansa ji bazaran de zehmetiyan dikişînin, her ku diçe zêdetir teslîmî deynên faîzê yên nêzî sifirê yên IDA-yê dibin. Li gorî Banka Cîhanî, rêjeya giştî ya deyn û GDPya van welatan ji sedî 72 ye asteke herî zêde y 18 salên dawiyê ye û nîvê vê komê yan di tengasiya deynan de ye yan jî di bin rîskeke xeternak de ye.

Rewşa li welatên xizan veberhênanên biyanî asteng dike

Piraniya van welatên xizan ên di raporê de, li Afrîkaya jêra Sahrayê ne.

Ev welatên ku ji Etiyopyayê heta Çadê, ji Kongoyê heta Afganîstan û Yemenê li erdnîgariyeke berfireh cih digirin, bi dahata xwe ya kêm û rewşa siyasî ya bêîstiqrar balê dikişînin ser xwe.

Ji sê parên van welatan du, ji ber şerê çekdarî an jî ji ber têkçûna saziyî an jî civakî, zehmetiyê dikêşin ku pergala xwe saz bikin, lewra vebêrhênarên biyanî berê xwe nadin wan. Wekî din, ji ber ku ev welat hema hema bi tevahî xwe dispêrin hinardekirina maddeya xam, ew gelek caran rastî livdariya aborî tên.

Serekê Aborîzanê Banka Cîhanê Indermit Gill, li ser vê rewşê dibêje, “Gava ku dinya ji welatên herî xizan dûr diket, IDA ji wan re dibû xelekeke jiyanê. Di van pênc salên borî de piraniya çavkaniyên xwe yên darayî arasteyî van welatên aboriyên kêm-dahat kiriye, tevî paşketinên wan ên dîrokî jî ew li ser piyan hiştin.”

IDA, bi gelemperî ji her sê salan carekê bi tevkariya welatên endamên Banka Cîhanê, tê nûkirin. Sala 2021ê, 93 mîlyar dolar hate berhev kirin û Serokê Banka Cîhanî Ajay Banga armanc dike ku heta 6ê Kanûnê 100 milyar dolarî ji bo wan berhev bike.

Bandora karesatên xwezayî ya li ser van welatan

Li gorî raporê, di deh salên borî de bandora aborî ya karesatên xwezayî li ser van welatan gelekî zêde bûye.

Di navbera salên 2011 û 2023yan de, felaketên xwezayî kir ku li van welatan salane bi qasî ji sedî 2yê GDPyê xisarek çêbibe. Ev rêje pênc qatê yê wan welatên din e ku halxweş in.

Banka Cîhanî diyar dike ku ev rewş nîşan dide ku hewcedarî bi veberhênana zêde heye. Her wiha tê gotin ku aboriya nefermî li van welatan berbelav e û sîstema bacê bi bandor naxebite û tekezî li ser wê yekê tê kirin ku divê proseyên berhevkirina bacê bên başkirin û lêçûnên civakî bên kontrolkirin.