Şanda 37 kompaniyên mezin ên Tirkiyê serdana Hewlêrê dike
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Jora Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê Salih Bacgir ragihand ku vê hefteyê şandeke bazirganî û kompanyayên Tirkiyê serdana Hewlêrê dike.
Bacgir got, “Ji ber aramî û asayîş û pêşketinên aborî, bi taybet di kabîneya nehem de Hewlêr bûye cihê balkişandina kompanya û bazirganiyên welatan. Ev e jî dibe sedem ku sermayeguzarî û bazirganiya welatan li Hewlêrê û Herêma Kurdistanê zêdetir bibe.”
Cîgirê Serokê Jora Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê Kameran Salih Bacgir, ji BasNewsê re daye xuyukarin, “Roja 31.10.2024, dê şandeke mezin a bazirgan û fîrma û karsaz yên Tirkiyê warin bajarê Hewlêrê û li gel bazirgan û xwedankarên Hewlêrê hevdîtinê pêk bînin û ji bo vê mebestê jî îro şêwirmendê bazirganiyê li komsulxaneya Tirkiyê li Hewlêrê bo rêxistina hatina wê şandê serdana wan kiriye.”
Bacgir diyar kir ku şanda bazirganî ya Tirkiyê ji 37 kompanyayên mezin yê di warên xurek û avahîsazî û xanî û derman û çandiniyê pêk tê.
Berpirsê Jûra Bazirganiyê got, Tirkiye welatekî girîng e û salane 16 heta 18 mîlyar dolar danûstandina wan a bazirganî heye.
Ev nivîs 116 car hatiye xwendin.