Sebah Subhî: Iraq henartina nefta Herêma Kurdistanê asteng dike
PeyamaKurd - Endamê Komîsyona Neft û Enerjiyê ya Parlamena Iraqê Sebah Subhî diyar kir ku Iraqê para xwe ya frotina neftê ya di çarçoveya peymana bi OPECê re derbaz kiriye û divê di 2025an de para xwe ya zêde ya henardekirina neftê kêm bike.
Endamê Komîsyona Neft û Enerjiyê Sebah Subhî bi daxuyaniyekê ragihand kir ku ew dixwazin nefta Herêma Kurdistanê henarde bikin û wan ji bo kirîna rojane 400 hezar bermîl nefta Herêma Kurdistanê pêşniyarek pêşkêşî Wezareta Neftê ya Iraqê kirine, lê belê ew hatine astengkirin.
Subhî da zanîn ku wan xwestiye bi boriyan, ji Herêma Kurdistanê ber bi Kerkûkê û ji wir jî ber bi Besrayê ve neftê araste bikin da ku bigihîje bazara navneteweyî û got: "Me dît ku ev tiştekî ne pêkan e."
Sebah Subhî got, "Wezareta Neftê ya Iraqê li pêşiya hemû hewldanên ji nû ve henartina nefta Herêma Kurdistanê ya ber bi bazara navneteweyî astengkirî ye."
Subhî diyar kir ku Wezareta Neftê ya Iraqê ji 3 milyon û 600 hezar bermîlên ku jê re hatiye terxankirin milyonek û 400 hezar bermîl ji kotaya OPECê derbaz kiriye û tekez kir ku OPECê çendîn car hişyarî daye Wezareta Neftê ya Iraqê ku ji kotaya xwe derbaz nebe.
Ev nivîs 32256 car hatiye xwendin.