Sekreterê OPECê ji bo nefta Kurdistan û Iraqê serdana Bexdayê dike

Sekreterê OPECê ji bo nefta Kurdistan û Iraqê serdana Bexdayê dike

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê OPECê Heysem Xeys, di çarçoveya karûbarên henardekirina nefta Herêma Kurdistan û Iraqê de serdana Bexdayê dike.

Tê pêşbînîkirin ku wê Heysem Xeys, di çarçoveya serdana xwe de, bi rayedarên Irak û Herêma Kurdistanê re rewşa henartina nefta Kurdistan û Iraqê û her wiha ya bazara cîhanî gotûbêj bike.

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Asim Cîhad got, “Ev serdan di çarçoveya pêwendiyên dualî de ye, li ser pêşkeftina bazara petrolê, ji bilî bihêzkirin û berfirehkirina asoya alîkariyê li rêkxistina welatên henardekar ên neftê li OPEC û OPEC Plusê.”

Cîhad da zanîn ku Sekreterê Giştî yê OPECê Heysem Xeys wê bi Wezîrê Neftê û hin berpirsên din ên Iraqê re jî civînan pêk bîne.

OPECê ragihandibû ku planeka Iraqê ya ji bo qerebûkirina zêdehiya berhemanîna neftê ya nîveka yekem a îsal pêşkêş kiriye heye. OPECê diyar kiribû kuji ber pilana qerebûkirinê ji meha Tebaxê heta dawiya îsal dest pê dike da ku qerebûya yek milyon û 400 hezar bermîlên zêde yên nefta berhemhanîna Iraqê bike.

Hikûmeta Iraqê bi rêya Wezareta Neftê hewl da ku karûbarên xwe yên ji bo frotina neftê li gorî biryarên OPECê sererast bike û di wê çarçoveyê de jî li dû wê lihevkirina bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re rêjeya berhemanîna neftê ya li zeviyên neftê yên Iraqê kêm kiribû.

Li gorî lihevkirina bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re Iraqê, ji bo ku li gel berhemê nefta Herêma Kurdistanê, rêjeya berhemanîna wê ya neftê, rojane ji çar milyon bermîlan derbaz nebe.

Ev nivîs 30261 car hatiye xwendin.