Serokomarê Iraqê yasaya hinardekirina petrola Kurdistanê îmze kir

Serokomarê Iraqê yasaya hinardekirina petrola Kurdistanê îmze kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, yekem sererastkirina yasaya bûdçeya federalî ya Iraqê ya derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de îmze kir.

Sekreterê Encûmena Wezîran û endamê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê Amanc Rehîm ragihand, “Serokkomarê Iraqê yekem sererastkirina yasaya bûdçeya federal a Iraqê ya bi hejmara 13 ya sala 2023yan a derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de, bi rêya SOMO îmze kir.”

Rehîm li ser rûpeya xwe ya Facebookê got: “Li gor bendên wê sererastkirinê, ya taybet bi lêçûn û berhemanîn û veguhestinê petrolê, dahata firotina petrolê ku ji Herêma Kurdistanê tê hinardekirin, dê vegere xezîneya federal.”

Amanc Rehîm da zanîn: “Ji bo ketina yasayê ya warê bicihkirinê, tenê qonaxa belavkirina yasayê di rojnameya fermî ya Iraqê de maye.”

Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.