Serokwezîr Barzanî hin bacên ser welatiyan rawestand

Serokwezîr Barzanî hin bacên ser welatiyan rawestand

PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Bacê li Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê Kemal Wartê eşkere kir, bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî çend bac li ser welatiyan têne rawestandin.

Kemal Wartê di civîneke rojnamevanî de got: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryara 3393 da, ji bo hinek barê li ser milê welatiyan sivik bike.”,

Wartê diyar kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ew biryar daye, heta ku ew yasa li Parlamentoya Kurdistanê bê sererastkirin ku ev biryar li gorî rewşa heyî ya welatiyan hatiye dayîn.

Biryarên ku li ser rawestandina bacê hatine dayîn ev in:

- Rawestandina bacên xwaringeh û otêlan.

- Rawestandina bacên nexweşxaneyên taybet

- Rawestandina bacên li ser semûnxane û nanpêjxane

- Rawestandina baca li ser zeviyên vala