Serokwezîr bi Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê re civiya

Serokwezîr bi Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî Muhsen El-Ellaq kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo babetên aborî yên navbera Hewlêr û Bexda gotûbêj bike, pêşwazî li Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî Muhsen El-Ellaq kiriye.

Di civînê de Serokwezîr gringiya hêsankirina karên di warê bankî yên li Herêma Kurdistanê destnîşan kir û amaje bi projeya (Hejmara Min)  ku zêdetir ji nîv milyon karmendên sektora giştî hatine tê de hatine tomarkirin kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn ku ew pêşbînî dikin ku meha bê mûçeyê 200 hezar kesan bi rêya Hejmara Min bê dayîn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ji ber piştgirîdayîna wî ya taybet a ji sepana 'Hejmara Min' û çaksaziyên bankî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re spasiya Parêzgarê Banka Navendî kir û herwiha geşedana daxwaza saziyên darayî yên navxweyî û navneteweyî jî ji bo hevahengî û piştgirîdayîna li stratejiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di warê darayî de destnîşan kir.

Lezkirina giştgîriya darayî ya li Herêma Kurdistanê wek beşek ji armancên stratejîk ên Banka Navendî ya Iraqê û pêngavên dîjîtalkirina bankayan, mijareke din a hevdîtinê bû.

Her du alî li ser giringiya berdewamiya projeyê û piştgirî û çavdêriya banka navendî hevnêrîn bûn.