Siberoja pereyê BRICSê çawa ye?

Siberoja pereyê BRICSê çawa ye?

PeyamaKurd Wezîrê Aboriyê yê Rûsyayê Anton Siluanov diyar kir ku welatên BRICSê niha li ser destpêkirina pereyên yekbûyî yên komê nafikirin.

 

Siluanov di hevpeyvîna xwe ya li gel RTyê re li bernameya “Newsmaker”ê got, “Welatên BRICSê li ser derxistina pereyekî hevpar nafikirin, em welatên di komê de bi taybetî li ser avakirina pergaleke alternatîf ya aborî diaxivin ku her welat endam dê tevî pereyê xwe yê neteweyî yên dîjîtal ên welatan bikar bîne.”

Wezîrê Aboriyê yê Rûsyayê bal kişand ser wê yekê ku bankên navendî yên komê kar dikin ku pereyên xwe yên dîjîtal biweşînin û diyar kir ku para welatên komê di aboriya cîhanî de her ku diçe zêdetir dibe û ya koma G7ê li dû xwe hiştiye.

Rûsya, mîna welatên din, kar dike ji bo zêdekirina danûstendinên bi pereyên neteweyî û destpêkirina amûran ji bo pêkanîna veguheztinên navneteweyî, ji bo têkşikandina serweriya welatên Rojavayî û kêmkirina bikaranîna pereyên wan bi taybetî jî pereyê dolar  di bazirganiya navneteweyî de.

Rûsya her wiha tevî welatên di koma BRICSê de li ser avakirina platformeke elektronîk ji bo danûstandinên navneteweyî nîqaş dike û tê pêşbînîkirin ku biryara avakirina vê platformê  dê bibe yek ji rojeva herî girîng a lûtkeya BRICSê ku li bajarê Kazanê yê Rûsyayê dê li dar bikeve.

Ev nivîs 87939 car hatiye xwendin.