Wê Urdin zêdetirî 10 hezar ton petat û birincê Kurdistanê hawirde bike

Wê Urdin zêdetirî 10 hezar ton petat û birincê Kurdistanê hawirde bike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku welatê Urdinê amadekariyê dike, ji Herêma Kurdistanê 10 hezar ton petat û bi sedan ton birinc bikire.

Xwediyê Kompanyaya (K. H) ya veberhênan û hinardekirina petatan, Beşar Muşîr ji K24ê re daye xuyakirin, Urdin dixwaze petat û birinc ji Herêma Kurdistanê hawirde bike û ji bo vê yekê jî çend gav avêtine.

Xwediyê Kompaniyê daye zanîn, petatên cotkarên Herêma Kurdistanê ji bo taqîgehên (laboratuar) zanistî yên Urdinê hatine birin û ji aliyê kalîteyê ve hatine testkirin.

Beşar Muşîr gotiye, eger berpirsên Wezareta Çandiniyê ya Urdinê kalîteya petatên Herêma Kurdistanê pesend bikin, dê di du qonaxan de 10 hezar ton petat bo wî welatî werin hinardekirin.

Muşîr daye zanîn, berpirsên Wezareta Çandiniyê ya Urdinê ji birincê Herêma Kurdistanê bi taybetî birincê herêma Akrê gelekî dilxwaz in û dixwazin vê berhemê jî hawirde bikin.

Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di sala 2023yan de berhemanîna birinc gihîşt 17 hezar û 428 ton, ji vê komê jî 23 hezar ton hat hinardekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, îsal 5 hezar ton petat bo Îmaratê û 600 ton jî ji bo Rojavayê Kurdistanê hatine hinardekirin. Herwiha tê çaverêkirin ku bi deh hezaran ton petat ji Îmarat, Sûriye û welatên din ên Kendavê re jî bên hinardekirin.