Wan | Li bilindahiya 2 hezar û 300 metroyî bîr neftê tên kolandin

Wan | Li bilindahiya 2 hezar û 300 metroyî bîr neftê tên kolandin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku bi destpêşxeriya Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) li navçeya Bêgirê ya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê xebatên lêgerîna petrolê hatin destpêkirin.

Li herêma Gundê Beşparmakê ya 25 kîlometre dûrî navçeyê li nêzîkî quntara çiyê di bilindiya 2 hezar û 300 metroyî de, bi makîneyên kar xebatên çêkirina rê tên kirin.

100 xebatkar bi 30 makîneyên kar ji bo lêgerîna qada petrolê amadehî tê kirin.

Parlementerê AK Partiyê yê Wanê Kayhan Turkmenoglu li gel Qaymeqamê Bêgirê Melih Aydogan, ji Rêvebirê Midûriya Giştî ya Tetkîk û Lêkolîna Madenê (MTA) Çetin Kartal derbarê serdana cihê xebatan kirin.

Kayhan Turkmenoglu got ku armanc ew e ku petrola herêmê jî tevî aboriyê bê kirin û wiha axivî: “Rêveberiya MTA yê 4ê Hezîrana 2024an, ji bo vê navçeyê û derdora wê, li ser xeteke 524 kîlometreyî, li çar xalên cuda destûra kolandina bîran wergirtiye û 5 salan wê berdewam bike.”

Dê destpêkê birceke 200 tonî wê bê danîn û piştre ji bo derxistina petrolê dê bîreke bi kurahiya hezar û 500 metreyî bê kolandin.

Qaymeqamê Bêgirê Melih Aydogan jî got: “Em xebatên lêgerîna petrolê bi kelecaneke mezin dişopînin. Bala xelkê vî gundî û tevahiya navçeyê li ser vê xebatê ye.”

Ev nivîs 29598 car hatiye xwendin.