Wezîrê bazirganiyê: Di ser gumrikên me de bi 620 milyar dolarî karê bazirganiyê tê meşandin

Wezîrê bazirganiyê: Di ser gumrikên me de bi 620 milyar dolarî karê bazirganiyê tê meşandin

PeyamaKurd – Wezîrê bazirganiyê yê Tirkiyê Ömer Bolat ragihand ku bazirganiya Tirkiyê ya îtxalat û îxracatê bi miqdarê 620 milyar dolarî di ser gumrikan de dibe. Bolat, her weha got ku ji bo gumrik baş bixebitin û karên qaçax yên di gumrikan de, ber lê bigrin xebat dewam dikin.

Bolat, ragihand ku di rêya deriyên 156 rêvebiriyên gumrikê; 29 yên bejayiyê, 14 yên hewayê, 48 yên deryayê û 5 yên rêya hesin de rêvebiriya giştî ya gumrikê û rêvebiriya giştî ya parastinê de xebat dewam dikin û weha dewam kir:

“Li welatê me bi giştî xebatên bazirganiya derve ya bi miqdarê 620 milyar dolarî di ser gumrikên me de dimeşin. Di vê çarçoveyê de salê 5,4 milyon beyannamen îxracatê, 3,5 milyon beynnameyên îtxalatê tên kontrol kirin û tescîlkirin.

Di deriyên gumrikan de li dora 11,8 milyon erebe, 182,5 milyon rêwî diçin û tên û karên gumrikê yê 8 milyon û 300 hezar konteyniran di van deriyan de dibin.”

Li ser miqdarê bacê ku çiqas ji nav deriyên gumrikan de tê qezenckirin de Bolat got:

“Dahata bacê yê temamê Tirkiyê %26 di van deriyan de tê sitendin û neqlê hesabê wezareta Xezînê û Darayê têkirin….”