Wezîr Şimşek: Di 21 salan de veberhênan derve li Tirkiyê 268 Milyar Dolar e
PeyamaKurd – Wezîrê xezînê û darayî yê Tirkiyê Mehmet Şimşek ragihand ku di 21 salan de sermaya biyanî li Tirkiyê bi miqdarê 268 milyar dolarî veberhênanê kiriye, jimara şîrketên biyanî ji 6 hezarî derketiye 83 hezarî. Mehmet Şimşek li bajarê Kırıkkale di bernamekî de li devera organize sanayiyê de bi karsazan re hat cem hev û weha got:
“Avahiyên bingehîn, çavkaniyên mirovan û teşwîqên veberhênanê gelek girîngin. Di 20 salên dawiyê de di sehayê de veberhênanên baş çêbûne. Berê /43ê yê budçê ji bo faîzan diçû û niha %11ê budçê jê re diçe. Ferqa navberê, me di seha tenduristiyê, perwerdê, gihandinê û sehayên têne bîra we de, kir. Me welatê xwe pêşde bir. Lewra dîsîplîna budçê girînge. Para perwerdê ya di budçê de %9an gihaye %15an.”
Ev nivîs 15237 car hatiye xwendin.