YASED: Di 10 mehan de, ji welatên derve li Tirkiyê bi 8,5 milyar dolarî veberhênan çêbû

PeyamaKurd – Li gor rêjeyên Banka Nevendî ya Tirkiyê (TCMB), di meha 10an de, ji welatên biyanî bi miqdarê 8,5 milyar dolarî veberhênan çêbû. Piştî banka Tirkiyê ya navendî (TCMB) rêjeyên mêzêna dayînê ragihand, Rêxistina Veberhênana Navdewletî (YASED) reqeman di bultena xwe de belav kir.
Li gor rêjeyan ji sala 2002an heya niha, perê veberhênanê ku ji derveyê Tirkiyê hatiye nav Tirkiyê miqdarê wê 272 milyar dolar hat ragihandin.
Di meha Cotmehê de, miqdarê ji 8,5 milyar dolarê miqdarê peran; 417 milyon dolar sermaya veberhênanê, 170 milyon dolar alavên deyndariyê, 188 milyon dolar malê ku firotine biyaniyan yê xeyrîmenqûlane.
Ji serê salê heya meha Cotmehê, welatên ku herî zêde veberhênane li Tirkiyê kiriye, bi 885 milyon dolarî Hollanda, 598 milyon dolarî Almanya û 524 milyon dolarî DYA ye.
Ev nivîs 144 car hatiye xwendin.




